Tîmên saxlemiya Amêdîê di sê rojên vîstevala berwariya da 340 nexoş çareser kirin
Tîmên saxlemiya Amêdîê di sê rojên vîstevala berwariya ya berhemên xumalî da 340 nexoş çareser kirin. Jehrawîbûn bi 98 haletan di pêşiyê da bû, piştî wê serêşan û pêvedana heşerata her yek bi 50 haletan.

Amarên xizmetguzariyên saxlemiyê di sê rojên vîstevala berwariya ya berhemên xumalî da
Li jêr raspardên di. Efrasiyab musa rêveberê giştî yê saxlemiya parêzgeha dihukê, tîmên bi ser rêveberiya saxlemiya Amêdîê ve, di maweyê sê rojên vîstevala berwariya ya berhemên xumalî da, xizmetguzarîyeka berçav ya saxlemiyê pêşkêşî pişkdarbûyan kiriye. Di vî mawey da çendîn haletên cuda yên saxlemiyê hatîne çareserkrin. Li xwarê amara wan haletan diyar dikeyin yên ku çareseriya pêdvî bo hatîne kirin: (jehrawîbûn): 98 halet
Serêşan: 50 halet
Pêvedana heşerata: 50 halet
Enflonza: 28 halet
(daketna fişarê): 27 halet
Bilndbûna fişara xwînê: 22 halet
Gêjbûn: 17 halet
Hewdana lewzeta (althab alluztîn): 15 halet
Sotin: 10 halet
Birîndarbûn û dirîn: 9 halet
Ta û bilndbûna pileya germiyê: 6 halet
Riwîdan: 5 halet
(haletên dî): 3 halet
Li dîv amaran, koma giştî ya wan nexoşên li her sê rojan hatîne dîtin û çareserkrin gehştîye 340 nexoşan. Bi navê rêveberê giştiyê saxlemiya parêzgeha dihukê destxuşê hemî nujdar û karmendên saxlemî dikeyin û daxaza serkeftnê bo wan dikeyin.
TendurustîKempîna vaksînê bo zarokan li hemî nexoşxaneyan dest pê kir



Komênt (0)