Horizontal Navigation Bar w/Rollover Effect
Home » EDEB Û HÛNER, NÛÇE » 9 filmên kurdî tevlî Festîvala Filman ya Nashville dibin
Mezin + / -Biçk

9 filmên kurdî tevlî Festîvala Filman ya Nashville dibin

Nashville-Film-Festival-logo

Kurdportal: Berlîn

Festîvala Filman ya Nashville yek ji kevintirîn festîvalên filman li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û yekemcar di sala 1969ê de filmên ji seranserê cihanê li vê festîvalê ketin pêşwaziyê. 44. Festîval Filman ya Nashville wê îsal di navbera 18-25 Nîsanê de li dar bikeve û 200 film wê bên nîşandan. Hewldanên Govend Akreyî bûn sedem ku îsal filmên kurdî jî di festîvalê de bên nîşandan.

Nashville-Film-Festival-logo

Demek dirêj Govend Akreyî di nav hewldanan de ma heta ku karîbû rêveberiya festîvalê razî bike, ew dibêje: “Ev bûn neh meh ku ez pê re mijûl bûm û min tê de kar kir, di dawiyê de min karîbû herdu aliyan razî bikim û wan li hev bînim.”

Govend Akreyî ya ku nêzîkî 30 salan e li herêma Nashville dijî, diyar kir ku wê çendîn caran bi peyam, telefon û seredanan têkilî ligel rêveberiya festîvalê danî, daku wan bo nîşandana filmên kurdî razî bike: “Min zor zehmetî kişand heya min rêveberiya festîvalê razî kir, ev jî cihê serbilindiya min e ku di dawiyê de min karîbû wan razî bikim.”

Govend Akreyî got ku piştî razîbûna rêvebiriya festîvalê wê pêwendî ligel rêveberiya festîvala Duhokê daniye û ji wan xwestiye ku çendîn fîlmên kurdî ji bo festîvala Nashville destnîşan bikin, wan jî 28 film diyar kirin: “Ji 28 filman 9 hatine hilbijartin. Filmên ji sê beşên Kurdistanê wê bên nîşandan, lê mixabin ji rojavayê welêt kesî nikarîbû beşdar bibe, sedem jî zelal in, ji ber şoreşê.” Govend da zanîn ku wê 20 kes ji derhêner û ekterên filmên kurdî bi fermî beşdarî festîvalê bikin.

Govend Akreyî

Dema ku Govend Akreyî 2 mehî bû, malbata wê ji Başûrê Kurdistanê koçberî Îranê bû, piştî ew bû 13 salî malbata wê ji wir jî koçberî Amerîkayê bû û ev zêdetirî 30 salî ye ku ew li eyaleta Nashville niştecih e.

 

Amadekirin: AAN / Rûdaw

Komêntar û Dîtna xwe li ser Babetî Binvêse!