ABORÎ

Petrola Kurdistanê 2014ê de digihîje rojê / 1 milyon bermîl

Dr:Aştî Hewramî wezîrê Çavkaniyên SiruştîK.N.P: (Rojeva Kurd)Niha 40 şîrket ji 17 welatên cuda karê berhemanîna petrolê li herêma Kurdistanê dikin ku rêjeya petrola ku berhem tînin di rojê de 100

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekî bilinda siyasî û bazirganiya Misir kir

K.N.P:Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekî bilinda siyasî û bazirganiya Misir kirÎro sêşem 27/07/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandekî bilinda siyasî û bazirganiya welatê Misir kir ku ji Dr. Îbrahîm Eşmawî Cîgirê Wezîrê Veberhênan, Mihemed Qasim Cîgirê Wezareta Derve ya Karubarê Erebî, Şerîf Şahîn Balyozê Misir li Iraq û hejmarek ji berpirsên Hikumî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Sînan Çelebî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî, Kameran Ehmed Ebdulla Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê amade bûn, behsa rewşa siyasî û asayîşa Iraq û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî kirin. Cîgirê Wezîrê Veberhênanê li gel gihandina silavên Wezîrê Veberhênana Misrî bi Serok Barzanî, ragihand ku ev serdan piştî wê serdana serkeftiya Serok Barzanî tê ku Qahîre li gel birêz Mihemed Husnî Mubarek Serok Komarê Misir kombû û biryar hate dayîn ku pêwendiyên di navbera her du aliyan pêş bikevê û Misir ku pêgehekî Erebî ya bi hêz li navçeyê da heye, li ruyê siyasî ve Konsolgeriya xwe li Herêmê veke û li rûyê veberhênanê jî Misir û veberhênerên dû kargehên çîmento û şekir dirust bikin û her wiha gundekî Fîraunî Misrî û havîngehek û damezrandina pêşangahekî herdemiya berhem û pîşesaziyên Misrî û borseyek ji bo projeyên biçuk û navendiyan û kargehekî derman û mezintirîn benderê hişkayî û vekirina xulên rahênanê ji bo kadîrê Kurdistaniyan pêktê.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Misir jî li gel gihandina silavên Wezîrê Derveyê Misir bi Serok Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û ragihand ku ev şanda li gel bi biryarekî siyasiya Serok Komarê Misir serdana Kurdistanê dike û her li ser raspartina birêz jî şand li vê serdanê da guftugoya vekirina Konsolxaneya Giştî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike û li vî warî de ji bo Konsolxaneyê daxwaza terxan kirina perçe zeviyekî kir.

Serok Barzanî bi xêr hatina şandê kir û tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê Misir û Herêma Kurdistanê kir û sûdwergirtina li şarezayiya Misir di warê binyadnana jêrxana Herêma Kurdistanê kir û amadehiya Herêmê jî ji bo pêşkêşkirina hemû asankariyekî pêwîst ji bo beşdarkirina kompanyayên vî welatî û veberhênerên wan dûpatkir û xweşhaliya xwe jî bi vekirina Konsolxaneya Giştî ya welatê Misir li Herêma Kurdistanê da derbirî û li vî warî de ji bo vê destpêşxeriyê spasî birêz Mihemed Husnî Mubarek Serok Komarê Misir kir û ragihand ku pêwendiya di navbera Misir û Kurd pêwendiyekî dîrokiye, yekem Radyoya Kurdî li derveyê Iraq li Qahîre dest bi weşana xwe kir û yekem rojnameya Kurdî jî her li Qahîre dest bi weşana xwe kiriye û dema Barzanî yê Nemir jî piştî şoreşa 14 ê temmuz berî ku vegerê Iraqê serdana Misir kir û li gel Serok Komarê wê demê rehmetî Cemal Ebdulnasir kombû û Zanîngeha Ezher jî herdem jî helqeya pêwendiya di navbera Kurd û Misriyan bûye. Ji bo wê yekê Misir pêgehekî taybetî ya xwe li cem gelê Kurdistanê de heye û min li serdana xwe ya Qahîre jî hest bi wê yekê kir ku gelê Misir bi heman awayî evîniyeke mezin bi taybetî jî Serok Komar ji bo gelê Kurdistanê heye.

Her wiha li dawiya civînê de Serok Barzanî rênuwênî da aliyê pêwendîdaran bi terxankirina perçe zeviyek ji bo dirustkirina Konsolxane û her wiha bi cîh bi cîh kirina wan projeyên ku şand pêşniyara cîh bi cîh kirinê kiribû.
 

Bersîva Berdevkê Herêma Kurdistanê sebaret bi gotareke New York Times di ‏derbarê palawtina neft li Herêma Kurdistanê da

Bersîva Berdevkê Herêma Kurdistanê sebaret bi gotareke New York Times di ‏derbarê palawtina neft li Herêma Kurdistanê da

K.N.P: Berhemê palêwrawên li Herêma Kurdistanê da

Palawgehên li Herêm sûtemeniya pêwîst ji bo bazara navxoya Iraqê ji derve dabîn dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanazî bi geş kirina kerta neft û gaz û siyaseta xwe ji bo bazirganiya azad dike.
 

Di Meha Hezîranê De Konsulusxaneya Almanyayê Li Hewlêrê Vîze Dide Welatiyên Kurd

Di Meha Hezîranê De Konsulusxaneya Almanyayê Li Hewlêrê Vîze Dide Welatiyên KurdK.N.P: Cîgirê Wezîrê Bazrganî yê Almanyayê û Cîgirê Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê di piresskonferansekî de eşkere kirin ku, Hikûmeta Almanyayê tevî Hikûmeta Kurdistanê hewl didin daku kêşeyên Penaberan bi hevre çareser bikin.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kirin ku, ji ber vekirina Konsulusxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê, hinek kar û xebatên wan hatêne paşde xistin.
Her weha di beşeke din ya vê piresskonferansa han de, hate gotin ku, di Heyva Hezîranê de Konsulusxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê dest bi dayîna Vîze bi Welatiyên Kurd dike.

Rawestandina Firînên Hêla Asmanî Ya Îraqê Bandorê Li Ser Firînên Kurdistanê Nake

Rawestandina Firînên Hêla Asmanî Ya Îraqê Bandorê Li Ser Firînên Kurdistanê NakeK.N.P:(Hewlêr) Çavkaniyeke berpirs ji Civata Wezîran ya Îraqa fîdralragihand ku, rawestandina firînên asmanî yên Îraqê bi hîç awayîyekî bandorê li ser Kurdistanê nake.
 

TOYOTA Japonî bi fermî Şirketa Cîhan Motors li Kurdistanê kire birîkarê xwe

SEROKÊ HIKOMETA HERÊMA KURDOSTANÊK.N.P:Îro li jêr çavdêriya serokê Hikometa Herêma Kurdistanê(Berhem Salih) û amadebona nûnerê baylozxna japonê çendîn wezîr û parêzgehê Hewlêrê û nûnerê shirketa TOYOTA  li Hewlêra paytext perde li ser logo yê şirketa TOYOTA ya Japonî  hate rakirn,Li destpêkê nunerê şirketa TOYOTA bixêrhatina mêhvana kir û sipasiya hikometa herêma Kurdistanê kir ji bo alîkarîkrinê,paş serokê hikometê peyvek pêşkêşkir û bas li rewşa aboriya herêma kurdistanê kir û her dîsan basê wê alîkaryê hat kirn ya ko hikomet pêşkêşî kerta taybet dike ,dîsan serokê Hikometê gut li nav nêzîkan dê konfransek aborî dinav bera Kurdistanê û Îmaratê bihête sazkirn di vî konfransî da dê gelek mifa ji serborên bazirganiyê li Dubai hêne wergirtin û dê hizr û projêkt hêne alîgorkirn

 

Rojnameya(The Guardian) Erê Kurdistan dibe Dubai??

KURDISTAN DIBE DUBAI)K.N.P: (Metîn Jemîl Binavî)  Rojanameya (Guardian)ya brîtanî raportek li ser rewşa seqamgêriyê li Kurdistanê weşandî ye û bas li rewşa herêma kurdistanê û wê seqamgêr ya li Kurdistanê û rewşa aborî ya kurdistan dike û dibêjê
Her roj diçe û herêma Kurdistanê pêşkeftinê û seqamgêryê bi xwe ve dibîne,û paytexêtê Herêma kurdistanê Hewlêr krîn û avakirna avahiyên bilnd zêde dibe sihbeta ko Kuurdistan bibe Dubai zêde dibe
Kurd li salên heştiyan da keftîne ber enfal û mal wêrankirnê û niha avedankirn û pêşkeftin girtiye ber xwe ,Kurdên derveyi welatî niha qesta kurdistanê diken û xizmeta welatê xwe  diken ji bo ko welatê xwe bigînine astê welatên pêşkeftî, dîsan (Gardian)basê bajêrên kurdistanê dike û dibêje:Li Duhokê xelk bi arezoya xwe kar diken û ahenga digêrin her wek li Europa ,û li Sulêymaniyê jin kincên li gurî dilê xwe li xwe diken be ko kesk wana azar bide , û li bajêrkê inkawa yê ko dikve nêzîkî Hewlêra Paytext cihê mayîn û hewndina kesên biyaniye wek Elamana û Italiyan û Çiniyan , disan Guardian di bêje li gur modêla Dubai Hikûmeta herêma Kurdistanê pîlan û şêwazê bazirganîkrnê dariştye ko pişit bestin bi bazirgniya Gaz û Petrolê û pêşesaziyê û xizmetkirn û Torîzmê,wezareta Geşt û gozarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîlanek ji bo 5 salan dariştye jo bo pêşvebirna geştiyariyê li  Kurdistanê
Hewlêr ko 70 Kîlo metran ji bajêrên Mosil û Kerkuk durê ko ev 2 bajêre ji wan  bajêrên herî tirsinakn li  cihanê di hêne hijmartin,belê Hewlêr wekî cihekê avedan û pêşkeftî dihête hejmartin û Kurdistan wek cihek seqamgîr û aram dihête hejmartin berovajî cihên din yên îraqê,û ev arami ya ko li kurdistanê berqirar ji sedema wê hejmra polis û leşker ye ko mirov wesa dibîne ko welatek leşkeriye belê bitnê ev leşkere ji bo şad bona gelê kurd heye ,
lê dîsan Kurdistan gelek girft hene ko rêgrya pêşkeftinê diken wek Gendeliyê ko niha basê serekiyê rojane yê li ser devê xelkê kurdistanê,hêdî hedî ev base yê germ dibîtn û dihête nav meydana partên Siyasiyên Kurdistanê,Dubai şiyaye kontrolkirna Gendelyê bike û rêke xweş bike ji bo avedankirnê û pêşveçoyinê ,her dîsan aw barûdoxê îraq niha têda di meşîtn karîgerya xwe li ser Herêma Kurdistanê kirye ger şerê taifgêryê li îraqê durist bibe bê goman wê karêgeryek mezin li ser pêşveçoyin û avedankirna Kurdistanê bike

http://www.guardian.co.uk/commentisfree/2010/may/05/kurdistan-next-dubai-iraq

Êdî li bankên Kurdistanê kar bi krêdît kartan dihête kirn

KRÊDÎT KARTK.N.P: Biryare di demeke kên de bi mebesta xizmet kirineke baş ji welatiyên Kurd re pergala kartî kiridî ya kiridî kart di nava bankên Kurdistanê de werê damezrandin.
Di vê derbarê de Birêvebirê bankê giştî ya Hewlêrê Edhem Kerîm ragihand ku, niha pergala kiridî kart ku, tevahiya bankên Kurdistanê bi hevre girê dide bi dawî hatiye.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, niha li benda hatên alawên hewcene daku merheleya dûdiyan dest pê bikin.
Kerîm daxuyan kirin ku, dema ku ev alawên han gehêştine Kurdistanê vê demê li nava tevahiya navendîn fermî de tên damezrandin û karmend bi rêya wan alawan dikarên pereyên xwe werbigirên

Êdî li bankên Kurdistanê kar bi krêdît kartan dihête kirn

KRÊDÎT KARTK.N.P: Biryare di demeke kên de bi mebesta xizmet kirineke baş ji welatiyên Kurd re pergala kartî kiridî ya kiridî kart di nava bankên Kurdistanê de werê damezrandin.
Di vê derbarê de Birêvebirê bankê giştî ya Hewlêrê Edhem Kerîm ragihand ku, niha pergala kiridî kart ku, tevahiya bankên Kurdistanê bi hevre girê dide bi dawî hatiye.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, niha li benda hatên alawên hewcene daku merheleya dûdiyan dest pê bikin.
Kerîm daxuyan kirin ku, dema ku ev alawên han gehêştine Kurdistanê vê demê li nava tevahiya navendîn fermî de tên damezrandin û karmend bi rêya wan alawan dikarên pereyên xwe werbigirên

Sîver(101)

News image

Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xwe

K.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek  ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî  Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne

HemîReng

News image

Parîs Hîlton Serbest hate Berdan

K.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne

ZANIST Û TEKNELICIYA

News image

Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoice

K.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne

NÛÇE

HEMÎRENG

News image

Parîs Hîlton Serbest hate Berdan

K.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne

DENGDAN

Tu Paşerroja Îraqa Fîdral Çawe dibînî?

GELERIYAN WÊNEYAN 

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/423604metin__1_.JPG

Ahengên Xelkê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/212532metin__2_.jpg

Ahengên Xelkê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/296775metin__3_.jpg

Ahengên Cemawerê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/348879metin__4_.jpg

Ahengên Cemawerê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/680120duhokw.jpg

Ahengên Cemawerê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/306320yanaduhok.jpg

Xalid Moshir

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/272076duho2.jpg

Ahengên Xelkê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

http://www.kurdportal.net/components/com_gk3_photoslide/thumbs_big/450385Duhok3.jpg

Ahengên Xelkê Duhokê

K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details

Reklam