K.N.P:( Vegêr Se'idula )Di gel nivîsîna van peyvan eve 139 roj li ser helbijartinên civata nûnerên Îraqêve bûrîn û hêşta siyasiyên Îraqê neşiyayne hikûmetê pêk bînin û hizra wannehatiye wan nexuşyên îraqiyan dîtîn heta evro gehiştine vê qunaxê ku dengê xwebidin û renge ew dîmen jî li ber çavên wan nebin evên bûyine cihê
serinicamîdiyaya cîhanî ka çawan îraqiyan zehmet didît û hizaran mîl dibirîn da nûnerênxwe bi helbjêrin û bo hindek ji wan serikirdên siyasî ew jî nexeme hikûmetbihête pêkînan yan ne belku bi tenê xema wan ewe dê çawa yê dî razî bikin ewpostekê bilind werbigire.
Di gurepana siyasiya Îraqê de niha sê sînariyo bopêkînana hikûmetê yên hene, ya yekê: Di gel ragehandina encaman ji layê Îranê vehate dariştin û kete ser mêza danûstandinên hevpeymaniya nîştîmanî bi serokatiyaEmar Elhekîm û dewleta qanûnê bi serokatiya Malikî. Lê ji egerê nakukyên civatabilinda îslamî û rewtê Sedir di gel Malikî derihênerê vê sînariyoyê heta nihaneşiyaye filmê xwe bi dûmahîk bîne û bi bihayekê giran bi firoşe Emirîka ûErebistana Si'ûdiyê. Di ser hindê re jî neya dûre di wextê şûna yê berzekirî deev filme bihête derihênan, ji ber ku layengiriya Muqteda Sedir bo Îranê hemûsinor derbaz kirin û hemûyan dît di şerê tayfî de çawan leşkerê Mehdî binûneratiya Îranê gerekên omer nişîn di kirine cukên xwînê û kelexên mirovan dinav cada de disotin û neya dûre ev danûstandinên vê dûmahiyê yên Sedirî di gellayenên dî bi nûneratiya Elî Larîcanî be evê ku li ber bo di heftiya bûrî deseredana Îraqê bike, lê ji ber nerazîbûnên tund ên hindek layenan hatiyeragirtin.
Sînariyoya duwê jî baydinî di gel xwe îna û hemû bizav kirin ku herdu lîstên îraqî ye û dewleta qanûnê nêzîkî yek bike û ew her du lîst pêk vehikûmetê pêk bînin, lê heta niha danûstandinên wan her du lîstan çi pêşkeftinênberçav bi xwe ve ne dîtîne.
Sînariyoya sê jî bi nişkekêve kete di gurepanasiyasî de, raste li Dîmeşqê hate dariştin, lê Turkiya jî rol di berhefkirina wêde hebû. Li dûv vê sînariyoyê hikûmet di navbera lîsta îraqî ye, hevpeymaniyanîştîmanî û firaksiyonên Kurdistanî de bihête pêkînan û Malikî bihêtedûrêxistin. Cuda ji her du derihênerên dî di vê sînariyoyê de derihênerî birengekê dariştî ye ku Îran jî pê razî bibe û Emirîka jî ture nebe.
Di her sêsînariyoyan de kurd rolê serekî nabînin û bizav jî nekirine vî rolî bibînin, jiber ku heta niha xwe yek la nekiriye ku bo pêkînana hikûmetê dê piştevaniyê likîjan lîstê bikin û renge ev yeke ziyanan bigehîne kurdan, ji ber ku egerlayenên îraqî rêkeftin li ser pêkînana hikûmetê û ji nû kurdan palpiştiya xwe bodiyar kir dê bi zehmet be ew bişên mercên wan heyin li ser layenê hikûmetê pêkdîne bi sepînin. Eve ji layekî û ji layekê dî ve jî eger layenên îraqîrêkikeftin ka dê kîj lîst hikûmetê pêkîne û şinî kurdan bizava sepandina mercênxwe li ser wî layenê hikûmetê pêk dîne kir, renge bibe egerê pitir gîrubûnahikûmetê û layenên îraqî jî vê yekê bi delîve bibînin ku kurdan bi gîrubûnahikûmetê gunehbar bikin û di wî demî de ji layê welatên zilhêz û cîran ve fişarbikevne ser kurdan û mîna dabeşkirina kursiyên civata nûneran kurd sazşê li sergeleg babetan bikin. Lewman renge baştir be bo kurdan li dûf nêrîneka ketwarî bopêkînana hikûmetê palpiştiyê li layenekê siyasî bike û bizava sepandina mercên xwe bi ken.
Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xweK.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoiceK.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
Weneyek ji siroştê Kurdistanê See details