K.N.P: (Mafperwer: Zêrevan Amîn Mayî) Gendelî noke 'arîşeka zora mezine, dinaf hemî komelgêhanda, û li hemî welatên cîhanê ya berbelave, ko bwîye dîyardeka zora berçav, û 'astengeka here giring, û çendîn cor u rengên wê hene wek gendelîya kargêrî, darayî u rewiştî… htd, belê gendelî wek pênase çî ye?
Bi sedan pênase û vekolerên biwarên coda coda yên jîyanê (komelnasî, deroninasî, yasayî, ramîyarî, serbazî, saxlemî, dîrok, … htd) li dor gendelîyê nivêsayîne bi têr u teselî, û dirêjebêdayîyê û 'egerên vê dîyardê rêzkirîne û çareserî bo danayîne, u metirsîyên wê berçafkirîne, belê çend dişîyan dabît xo ji pênasa wê dîrkirîne, u heta noke li ser pênaseka giştgîr ya gndelîyê rêk ne keftîne, belko tinê, hetako rêkeftina netewên hevgirtî ya ramalîna gendelîyê ya sala 2003 ko ya tayîbete bi gendelîyê ve, belê gendelî pênase nekirîye belko tinê jemareka kar u kirîyaran rêzkirîne wek karên gendelî her ji benda 14 heta benda 24 ê, u jiwan: rewakirina pareyî (parê şwîstin), û bertîlkirina fermanberê giştî, u bertîlkirina fermanberê bîyanî, … htd.
Belê benka nêvdewletî hewildayîye pênasekê bu vê gendelîyîyê danît, ko dirastîya xwe da ne pênasa gendelîyêyîye belko pênasa wan kara ye yên dikevine jêr sîbera gendelîyê, 'anko tinê rêzkirina wan kara ye, dema dibêjît: ((gendelî xirab bikar'înana fermanberî ye bo fermanberîya xo ya giştî bo bidestvey'înana deskeftên tayîbet, u gendelî peyîdadibît dema fermanber bertîla werdigirît ji bo asankirina girêdan u rêvebirna girêbestekê, yan şwînkarên kompanîya u Karên tayîbet bertîla diden dako birengekê ne rewa milmilana hevirkên xwe biken, yan mifayîyên mezin bidest xo bêxin, ko 'ef kare dihêne hijimartin wek serpêçîya yasayîyê, her wesa gendelî peyîda dibît dema fermanber karê xwe biderfet dibînît je bo damezirandina kes û Karên xwe yan dizîna malê dewletê.
Belê hîç cîyawazîyek nîne dinavbera van herdow pênasa ûpênasa rêkxirawa şefafîyeta nêvdewletî dema gendelîyê bi vî rengî pênase diket: ((herkareke ko xirab bikar'înana cihekê giştî bît ji bo bicih'înana berjewendîyeka tayîbet bît bo xwe yan kesên girêdayî xwe)).
Lew dişîyan dayîye bêjîn renge rêkeftink peyîdabwîye li ser pênasekirin gendelîyê kargêrî bi vî şêwazî: ko xirab bikar'înana fermanbirikî bo destelatên xo bi 'armanca bicih'înana berjewendîyen kesayîyetî li ser kîstê berjewendîyen giştî. Belê gendelî bixo hermayîye bê pênase.
Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xweK.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoiceK.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
Weneyek ji siroştê Kurdistanê See details