K.N.P:( Îbirahîm GUÇLU)Piştî li Tirkiyeyê hukumeta AK Partiyê desthilatdar bû, di siyaseta dewleta tirk a navneteweyî de gweertineke gelek mezin hate holê. Dewleta Tirk di pêwendiya xwe ya navneteweyî de, ji Yekîtiya Ewrupayê zêdetir giranî da ser Rojeilata Navîn û welatên îslam. Bi taybetî jî dema ku Dawudoğlu bû wezîrê karên derve, ev siyaseta hîn diyartir bû û qarektereke îdeolojîk jî qezenç kir. Bi taybetî jî Dawudoglu bi parametireyên osmanî ya nû tevgeriya û tevdigere. Dawudoglu jî dizane ku wek
demên berê welatên ereban yanî koloniyên Împeratoriya Osmanî jinûve nakeve bin desthilatdarî û hegemonyaya Dewleta Tirk. Lê bes bi pîvanên nû û bi taybetî jî bi riya emperyal ya aborı, siyasî û entellektûelî dikarin siyaseta împaratorî ya nû bikarin bimeşînin. Gorî we jî, tevgerandineke gelek bi plan û pirogiram tê meşandin.
Ev siyaseta Dewleta Tirk a li dinyayê bi gelek awayan tê minaqeşe kirin. Tê gotin ku Dewleta Tirk beriya xwe ji ABDê û ji Yekîtiya Ewrupayê digweerîne û beriya xwe ber bi welatên îslamî, Rusyayê, Çînê, Hindîstanê dike. Ev pirsa bi serê xwe hewcedariya minaqeşeyeke kûr û firee e. Lê mijara ev nivîsara min ne ew e.
Ez di vê nivîsarê xwe de bes li ser pêwendî û siyaseta Dewleta Tirk a li hemberı Îranê û Îsraylê dixwazim rawestim.
*****
Îran û Tirkiyeyê du welatên Rojeilata Navîn yên kevn in. Îran, li ser bingeh û mîrasa împeratoriya Farisî, Tirkiyeyê li ser bingeh û mîrasa Împeratoriya Osmanî ava bûye. Di dema herûdu împeratoriyan de, reqabete gelek mezin hebû. Di navbeyna herûdu împeratoriyan de jî şerê gelek dijwar pêk hatin. Ev şeran bi taybetî jî li ser axa Kurdistanê hatin meşandin. Piştî reqabetek û şerekî dijwar, di navbeyna împaretoriya Osmanî û Farisî de li Qesrî Şêrînê di 1639-an de peymanek çê bû û bi vê peymanê tuxubên herûdu împeratoriyan diyar bûn. Piştî Peymana Qesr-i Şêrînê, di navbeyna herûdu Împeratoriyan de çawa tuxub nehatin gweertin, di navbeyna Dewleta Tirk ya nû û Îranê de jî ev tuxuban nehatin gweertin. Îro jî ev tuxuban dom dikin.
Piştî Peymana Qesr-i Şêrînê Kurdistan jî bû du beş. Beşa mezin di bin bandora Împeratoriya Osmanî de û beşa biçûk di bin bandora împeratoriya Farisî de ma. Ew rewşê heta Peymana Lozanê domand. Kurdistan piştî Peymana Lozanê bû çar beş û Kurdistan di heman dem de ket bin bandora Dewleta Iraqê û Suriyeyê jî. Kurdistan jî bû herêmek û welatekî kolonî ya navneteweyî.
Hîn îro jî, ev statuya Kurdistanê nehatiye gweertin. Bes li Iraqê di rewşa siyasî de gweertinek heye. Başurê Kurdistanê bi tevayî nebe jî, bi beşeke mezin federe ye û girêdayî merkeza federal ya Dewleta Federal ya Iraqê ye.
Ev rewşa Kurdistanê ya parçekirî her demê di siyaseta çar dewletên kolonyalîst de bûye mijareke gelek girîng û stiratejîk. Tirkiyeyê, Iranê, Iraqê, Suriyeyê her demê dema ku bi hev re danûstandin kirine û dikin, dema ku bi dinyayê re danûstandin dikin, her demê Kurdistan di dereceya yekem de dane ber çav. Tirkiyeyê her demê li hemberî Tevgerên Kurdistanê li hemû beşan helwest nîşan daye û nexwestiye ku li Rojeilata Kurdistanê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, li Başurê Kurdistanê Otonomiya Başurê Kurdistanê jiyana xwe bidomîne. Li Iraqê jî, piştî salên 2003-an li dijî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê derketiye.
Di vê merheleyê de jî, ev siyaseta klasîk ya Tirkiyeyê û xesasiyetên wê dom dikin. Di pirsa Kerkûkê de siyaseta wê ya dijminî û dijwar tê zanîn.
Di navbeya Îranê û Tirkiyeyê de bi taybetî piştî avabûna Komara Îslamî û rejîma teokiratîk pirsgirêk û nekokiyên girîng hatin rojevê. Lewra Komara Îslamî dixwest ku li Rojeilata Navîn û hemû dinyaya îslamî, împeratoriya Islamî ava bike û di vê împeratoriyê de jî desthilatdar be. Îranê ji bona vê yekê jî, li Tirkiyeyê û li hemû welatên îslamî xwest ku hêzên xwe yên taybetî ava bike. Hizbûlallae encamê vê siyasetê hat ava kirin. Bi PKKê re li ser vê bingehê danûstandin û alîkarî hat kirin.
Lê van salên dawî Îran mecbûr bû ku dev ji ev siyaseta xwe berde. Wê demê jî di pêwendiyên Îranê û Tirkiyeyê başbûn qewimî.
Di vê merheleyê de jî, Tirkiye, li hemberî ABDê û Yekîtiya Ewrupayê û hemû dinyayê, di pirsa nûkleerî de piştgiriya Îranê dike. Manewreyên Îran nikare bicerbîne, Tirkiyeyê dicerbîne.
Di vê piştgiriyê de ew helwest û qarektera îslamî rolekî dilîze. Lê tê zanîn ku ev yeka têre nake. Pirsa girîng, pirsa Rojeilata Kurdistanê ye. Lewra Tirkiyeyê baş dizane ku dema Neteweya Yekgirtî û ABDê, li Îranê midaxeleyeke leşkerî bike, parçebûna Îranê te holê û Kurdistan dê bibe dewleteke serbixwe.
Ev jî ji bona Tirkiyeyê xeter e. Lewra dema ku Rojeilata Kurdistanê û Başurê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bikevin nav pêwendiyan, bi hev re berjewendiya kurdistanî û kurdî biparêzin, statû û hebûna dewleta tirk dikeve xeteriyê.
Loma jî sedema stiratejîk ya pêwendiya Tirkiyeyê û Îranê, ne pirsa nûkleerî ye, pirsa miletê kurd e.
*****
Pêwendiya Tirkiyeyê û Îsraylê jî, pêwendiyeke kevn e. Ev pêwendiya di dema hukumeta Tansu Çîllerî- Necmeddîn Erbakanî de xurt bû. Di dema hukumeta AK Partiyê de xurttir bû. Ji Îsraylê çekên giran hatin kirîn û helîkopter hatin girtin û belafirên şer bi destê Îsraylê hatin reoraganîze kirin. Lê van demên dawî, bi taybetî jî du-sê salên dawî Hukumeta AK Partiyê li hemberî Îsraylê dijminitiyeke xurt dimeşîne.
Serokwezîr ji qetliyama Îsraylê û ji kuştina zarokan bahs kir, ji Hamasê re xwedî derket û bi Hamasê re pêwendî danî, di platforma Dawosê de li hemberî serokkomarê Îsraylê ku şexsiyetekî navneteweyî ye, êrişek pêk anî.
Di van rojên dawî de jî, çekên nûkleerî yên Îsraylê wek sedema êriş û dijminitiya xwe nîşan didin. Li hemberî îsraylê qempeyeke navneteweyî dimeşînin.
Ji bona nekokî û dijminitiye Tirkiyeyê li hemberî Îsraylê çend sedem hene. Yek sedemek, qarektera hukumetê ya îslamî ye. Lê sedema girîngtir gorî baweriya min ew e ku Îsrayl ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re raste rast alîkarî dike û ji kurdan re bi giştî helwesteke pozîtîf nîşan dide.
Lewra dema ku sedema dijminitiya Îsraylê Tirkiyeyê, kuştina zarokên fîlistiyan be, divê zarokên kurdan nayên kuştin. Lê tê zanîn ku ji bona zarokên kurdan, serokwezîr di ehwaleke taybet de biryar û talîmata kuştina zarokan da. Heger sedem maf û azadiyên mirovî be, serokwezîr ji qetliyama Sudanê re xwedî derket û serokkomarê Sudanê yê ji qetliyamê sucdar, vexwendin Tirkiyeyê.
*****
Ev siyaseta Dewleta Tirk a klasîk a ji kurdan re dijminitî dike, gelek xeter e. Bi vê siyasetê demokiratîzebûna Tirkiyeyê mimkun nîn e. Dîsa bi vê siyasetê “pirsa neteweyî ya kurd” jî çareser nabe. Ji mafên kurdan re rêzgirtin jî nabe.
(
Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
)
Amed, 07. 05. 2010
Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xweK.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoiceK.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
Weneyek ji siroştê Kurdistanê See details