K.N.P:( HESEN HUSEYîN DENîZ) Li Îranê pênc ciwanên kurd hatin dardekirin û pênc ciwan jî hatin jehrîkirin. Ev komkujî û nijadqiriyeke li ser kurdan e. Dewletên dagirker û desthilatdar bi hev re peymana qirkirina kurdan dane. Pênc pênc, dee dee, sê sê, çar çar ciwanên me, zarokên me, dayikên me, xwişk û birayên me li ber çavên me qir dikin. Di zindanan de dirizînin. Li paş derabeyan dar de dikin. Ev zilm wê heta kengî bidome? Ev bêmafiya li ser kurdan tê meşandin, wê heta kengî bê bersiv bimîne?
Îran komareke îslamî ye. Îslamiyet di roja me de di xizmeta faşîzm û nijadperestiyê de ye. Li ser ruyê cîhanê îslamiyeta Hz. Mweamed nemaye. Roja Hz Mweamed çû ser
dilovaniya xwe ji aliyê Kurê Mûawiye Yezîd ve bi şerê bidestxistina xalifetiyê û bi kuştina neviyên wî yên li Kerbelayê îslamiyet hat berûvajîkirin û ew roj û ew roj e, tişta bi navê îslamiyetê tê kirin faşîzm û nijadqirî ye.
Îslamiyeta bi armanca dagirkirin û rakirina terş û talanan hatiye Kurdistanê jî, ji xwîn, êş, azar, paşdemayîn û paşdebirinê bêtir tiştek ji kurdan re neaniye. Îroj komara bi navê îslamiyetê li Îranê tê meşandin jî ji komareke munafiqtiyê pêşdetir ne tiştekî din e. Ehmedî Nejad serkêşiya vê munafiqtiyê dike. Tişta li Îranê dimeşe ne îslamiyet, hovitî ye. Îslamiyeta li Îranê bila bi qurbana kafirên li cîhanê be. Ger Hz. Mweamed îroj ji gora xwe serî rakiriba wê tif kiriba ser riye û simbêlên Ehmedî Nejad û wê sed lanet li sazûmana îslamî ya li Îranê barandiba.
Sazûmanên dagirkerên Kurdistanê bi rejîmeke faşîzane Kurdistanê roj bi roj tine dikin, gelê kurd qir dikin. Faşîst dest didin faşîstan û hevgirtina xwe xurt dikin. Nihal i serê kurdan faşîzma îslamî bûye qeda: ji aliyekî ve Tayip Erdogan, ji aliyekî ve Ehmedî Nejad, ji aliyekî ve Beşar Esad. Her yek ji yekî din xwînimijtir, nijadperestir, faşîstir û hovtir e. Mirov nizane di rêzkirinê de kê bide pêşiya kê. Yekî gotiye pişk û yê din ji pozê wî hilpekiya ye. Ewqasî di faşîzm û nijadqiriyê de tifî devê hev kirine.
Di serî de gelê kurd û hemû gelên mirovhez, mafparêz ên cîhanê, divê li dijî vê hovitiyê dengê xwe bilind bikin, qêr bidin, kirasê xwe biçirînin û helwesta xwe bi çalakiyên cûrbicûr deynin holê. Ji bîr nekin ku îroj em li hemberî van dardekirinan bê deng bimînin, wê sibê dor bê me. Bila kesek nebêje, ew çûn , lê em man. Nijadqirî wê gav bi gav were ser rweê hemû kurdan. Û dema li Rojeilata Navîn kurd têk biçin, ne gelê Fars, ne yê Tirk, ne yê Ereb wê ji vê yekê serkeftî û bi destkeftî dernekevin; wê ew jî di çirava vê nijadqiriyê de têk biçin; wê hemû nirxên mirovî winda bikin.
Di vê cîhanê de kî yê bi rûmet hebe, divê li hemberî van dardekirinan dengê xwe derxîne. Bêdengmayîn pejirandina polîtîkaya dardekirinê ye. Ev jî erêkirina qirkirina kurdan û di kesayeta kurdan de bêrûmetîkirina mirovahiyê ye.
Mirovahî divê li rûmeta xwe xwedî derkeve. Welatên Ewropî ger bi rastî xwediyê pîvanên mirovî ne; ger bi rastî li dijî dardekirinê ne, fermo, bila li hemberî vê nijadqiriya li ser kurdan xwedî helwest bin. Fermo bila helwesta hikûmeta Îranê şermezar bikin, bila ambargoyan deynin ser, bila têkiliyên xwe jê qut bikin.
Ger Ewropa û hemû cîhan di mijara parastina mafê mirovan, mafê jiyanê yê kesan de bi rastî dilsoz in, bila helwesta xwe li hemberî van dardekirinan eşkere bikin. Ger eşkere nekin, wê demê ew jî dibin şirîkê van dardekirinan, dibin şirîkê nijadqiriya li ser kurdan.
Gelê kurd jî êdî divê baş zanibe ku dijminên wê, qirkirina wê dane pêşiya xwe û vê yekê bi navê îslamiyetê, bi xapandineke olî ya mezin, dikin. Gelê me divê zanibe ku îslamiyet li ser ruyê cîhanê nemaye. Tişta bi navê îslamiyetê tê meşandin faşîzm e, desthilatdarî ye, nijadqirî ye, berjewendiya sermayedariyê ye, munafiqtiya herî mezin e. Di kîjan Qur`anê de dardekirina ciwanên kurd hatiye nivîsandin? Ciwanên kurd ji rejîma Îranê çi xwestine, derveyî mafên mirovî û netewî? Hûn radibin ciwanên kurd bi jehrîkirinê qir dikin, bi dardekirinê qir dikin. Destdavêjin zarokên keç, bi sedan zarok di zîndanan de dirizînin. Bi hezaran siyasetmedar davêjin paş derabeyan. We li aliyê Îranê û li aliyê Tirkiyê bi tevahî 700 hezar leşker û pastar aniye ser serê ciwanên kurd. Hûn ji vî gelî çi dixwazin? Ev faşîzma we, ev dijminatiya we, ev nijadqiriya we, ev bêmafiya we, bi têkoşîna gelê kurd wê bibe xwîn û jehr û di dev û pozê wer e bavêje. Divê were beyankirin ku terorîst, faşîst û munafiqên qirnê 21. ên li Rojeilata Navîn Ehmedî Nejad, Tayip Erdogan û Beşar Esad in. Ev gel wê roj bê, vî hesabî ji wana bipirse. Bila nebêjin kuştinên em dikin wê ji me re kar bimîne!
HESEN HUSEYîN DENîZ
Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xweK.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoiceK.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
Weneyek ji siroştê Kurdistanê See details