Piştî kû çend salekan ez jî bîna çendîn kurdan dûrî welatê xwe bûyim.ji ber hindek sedemên taybet.lê çû deman ji qada kurdperwerî û xebat û têkoşînê bi dûr nekeftm.belkû di gelek waran de barên sermilên me girantir lêhat.û eger mirovî li nava welatî nêrîn di azadiya parçeka welatê xwede kirbe û xebat jêre kiri be lê ji derveyî welatî gelek mestir temaşeyi pirsgirêka kurd bi giştî kiriye û hewl daye li gor şiyanên xwe û di rêka karê xwede xizmeta tevaya Neteweya kurd û Kurdistaniyan bike.
Helbet daxwaza her kurdekî ewbû ku renc û xebata bi salan ya gelê me ewa ji bo azadî û mafên xweyên rewa.bi herwe neçin.
Sipas ji bo yezdanê mezin û dilovan û xûna Şehîd û ya parêzerên gel û welatî. Pêşmergeyên cangorî azadî û serbestî bi destve hatin û roj bo rojê çarenivêsê Netewe û gelê Kurdistanê ronî dibe. û elinda paşeroja wê a geşe.
Bêgoman destkeftiyên azadiyê gelekin û di her warekî jiyanê de pêşkeftinên mezin di bajêrê Duhokê de çêbûne û her ji avedanî û spehîkirina tax û kolanên ( sokakên ) nava bajêrî û xemlandina wan bi baqçe û dar û gulên rengîn û nûjenkirina fermangehên îdarî.û rêkxistinkirna sîstemê rêvebirin û îdarekirinê.cihê serbilndî û şabûna her kurdperwerekî ne.lê dema mirov pêdivî dûristkirina hinek belgename û nasname. û her karekê dikeve di fermangeh û rêvebiriyan de dê rastî hinek rêvebir û karmend ( memuran ) werî ji ber danûstana wan ya digel kesên daxwazker û welatiyan.bi ronî xweya dibe kû ne ji hejî wê berpirsatiyê ne.
Û digel wê yekê jî ji ber wan binpêkirinên yasayî ewên ji aliyên herdû aliyan ve têne kirin.û bi çavên xwe dibînî hestên mirovî pê birîn dibe.
Helbet weke min di serî de amaje pêkirî min dixwest ez jî sudê ji çêkirina hindek belgên pêdvî bikim.ji bo wê çendê min hewlda ez belgenama destûrdana hajûtinê ( Elyeta Şûfêriyê ) ku dema wê ya yasayî bi serçûbû bi guhûrim û min di vî çarçovî de her tim dixwest pêgiriyê bi rênmayiyên ( Şîretên ) yasayî bikim û çû serpêçiyan nekim.lê ji berkû aliyên karmend û daxwazker.pir caran tuşî şaşî û çewtiyan bûn.û gelek asteng û sergêjî ji bo min jî çêbûn û ez neçarî wê yekê bûm ku rêkên ne yasayî bigrim ber pêxemet dûristkirina belgenama xwe.û sererayi vê çendê jî mixabin danûstana min ya digel karmend û rêvebiran ez rastî gelek peyvên biyanî û bi taybetî Erebî bûm.weke Seyda mûdîr mûwezif ehlen wesehlen û htd....
Lê di qunaxa dawiyê de li rêvebiriya Polîsên hatin û çûnê (Tirafikê ) li taxê tenahî.rastî piledarekî Polîsên hatn û çûnê Tirafîkê hatim û min gotê rêzdar rojbaş li bersivda got rojbaş ne ya Muslmana ye ya Gawirane.? û bi wî awayî ez bersiva te nadim. û got divêt tu bi Erebî silav bikî.
Min jî bersiva wî bi vî rengî da li Cîhanê çû Netewe û civak bi navê Gawir nînin û ez bixwejî kurdekî resenim û ji civaka Kurdên Êzidî me.piştî vê çendê nav bihurî bê bersiv ma.lê di piştre nasnama kesê amaje pêhatî kirin ji bû min hate xweyakirin ku ji malbatên Nexşebendiyên Devera Bamernê ye.
Di vê xalê de dixwazim bi kurtî nêrîna xwe bînim ziman ku heya îro jî nirxên vê azadî û ewlehiyê li cem hindek kesên ne berpirsane kardikin nîne.çûnke bi temenê jiyana xwe hertim dixizmeta dagêrkeran de bûne. û îrojî divêt bi danûstan xwe dilsojî û wefadariya xwe bi rêka nûkeriyê ji bo biyaniyan bidin xweyakirin.
05-05-2010 bajarê Duhokê Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
Sîver : Daxwazê ji heijêkerên dengê xweK.N.P: Rîbar Alîxan (Duhok): Sîver Zîrek ew kulîlkê 10 Buharî yêk ji wan kulîlkên beşdar di pirogramê Kenalê KorekTv yê bi nave Tu Nimoneyî Sîver Zîrek Ebulqadir ji day... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
Xizmetgozariya nû ya Google (GoogleVoiceK.N.P:Piştî Şirketa Google xizmeta xwe ya nû eşkire kirî ya bi navê (Google Voice) di nava ePosta Gmail da îro wesa da... Zêdetir Bixwîne |
Parîs Hîlton Serbest hate BerdanK.N.P:Piştî roja şembî 28.08.2010 Aktor û kesayetiya binav û deng Paris Hilton ji layê Polîsen Wîlaytê ve hate bincavkirn ji ber... Zêdetir Bixwîne |
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
K.N.P:(Duhok)Ahengên Xelkê Duhokê bi Helkeftina bi destveînana xola yaneyên Yanabên Îraqa Fîdral Piroze!Wêne (Selah Xeyrî) See details
Weneyek ji siroştê Kurdistanê See details